Li Qamişlo û Kobanê şahiyên 4'ê Nîsanê

Meclisên malbatên şehîdan ên Kobanê û Qamişloyê bi munasebeta 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahî ji zarokên şehîdan re li dar xistin.

Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
Li Qamişlo û Kobanê şahiyên  4'ê Nîsanê
3 nîsan, 2026   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Şahî li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan zarok û malbatên şehîdan hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Cîhan Bozan axivî. Cîhan Bozan di axaftina xwe de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan di serî de li zarok, li tevahî malbatên şehîdan û gelên azadîxwaz pîroz kir. Cîhanê diyar kir ku gelê Kurd bi saya Rêber Abdullah Ocalan ji tarîtiyê derketin ronahiyê û wiha got: "Gelê Kurd bi saya têkoşîna Rêber Apo nasname û mafên xwe nas kir û ji koletiyê rizgar bû. Em ê jî her tim di nava têkoşîn û berxwedanê de bin, heta ku Rêber Apo fîzîk azad bibînin; ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye."

Piştre zaroka bi navê Kewser Bozî nameyek bi boneya 4'ê Nîsanê xwend û got: "Di rojbûna Rêberê Cîhanê de, em ji jiyanek dijî têkoşîn û legerînên rewşenbîrî bi bir tînin, jiyanek ku ji bo bicîhanîna nirxen azadî, edalet û rûmeta mirovan hatiye veqetandin, raman ji bo gelek kesan di legerîna wan a avakirina civakek dadmentir û ahengtir de bûye çavkaniya îlhamê. Ev roj ne tenê fersendeke pîrozbahiyê ye, lê belê wesîleyeke ku em hevgirtina xwe xurt bikin û soza domandina têkoşîna ji bo pêkanîna armancên xwe nû bikin. Ev nirx her sal di wijdanê mirovên azad de dijîn û her sal hêvî ji bo pêşerojek geştir û dadperwetin nû dibe. Bê Serok jiyan nabe. Em wekî zarokên şehîdan rojbûna Seroketî pîroz dikin û em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin."

Piştî axaftinan stran û şano ji beşdaran re hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de şêranî li zarokan hate belavkirin.

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê bi heman boneyê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist. Şahî bi amadebûna malbatên şehîdan û endamên Hevya Sor a Kurd li Parka Azadî pêk hat.

Cihê pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêvebera Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Gelawêj Osman axivî û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li malbatên şehîdan pîroz kir.

Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan. Ji aliyê hunermend Danîş Botan û Koma mûzîkê ya Şehîd Bawer ve çend stranên şoreşgerî hatin gotin.

Di dawiya şahiyê de Heyva Sor a Kurd diyarî li zarokan belav kir

(sş-fk/bb)

ANHA