Li Îranê zext û girtina welatiyan dewam dike

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana di rapora xwe ya herî dawî de eşkere kir ku rejîma Îranê zext, cezakirin û girtina welatiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike.

Li Îranê zext û girtina welatiyan dewam dike
27 cotmeh, 2026   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana derbarê rewşa welatiyên hatine girtin û cezakirin de, bi raporekê agahiyên nû parve kir.

Li gorî raporê, welatiyê bi navê Nebî Sofî ku xelkê Sayînqelayê û niştecihê Tehranê ye, her weha zewicî û bavê zarokekî ye, ji ber çalakiyên xwe yên li ser tora civakî Instagramê, ji aliyê Dadgeha Giştî û Şoreşê ya navçeyê ve 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Di beşeke din a raporê de hat diyarkirin ku perwerdekar û hemşîreyê xelkê Mehabadê Keywan Aştab, piştî ku agahdarkirinek wergirtiye, serdana Şaxa bicihanîna Cezayan a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê kiriye; lê li wir hatiye girtin û şandine girtîgeha bajêr. Keywan Aştab beriya niha ji aliyê lîsteya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve bi hincetên ewlehiyê mîna “propagandaya li dijî dewletê” 9 meh cezayê girtîgehê wergirtibû.

Hana destnîşan kir ku di 26’ê Cotmeha vê salê de, werzişvanê Kurd û rêveberê saloneke laşciwankariyê yê bi navê Mihemed Nasirî ku xelkê navçeya Hersîn a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye, piştî ku bangî Dozgariya Giştî û Şoreşê ya Kirmaşanê hatiye kirin, li wir hatiye binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hat veguhastin.

Her weha hat ragihandin ku di 23’yê Cotmehê de, hêzên Îtîlaata Bicnûrdê bi ser mala malbata Hadî Azereg de girtine û bêyî nîşandana ti belgeyeke dadwerî, ew girtine û birine cihekî nenas. Girtina vî xortê Kurd piştî derbasbûna 9 mehan bi ser tohmeta “beşdarbûna di xwepêşandana Çileya îsal de pêk hatiye.

Di dawiya raporê de hat gotin ku girtiyê bi navê Mubîn Mahîgî ku xelkê bajarê Serawle yê ser bi parêzgeha Îlamê ye, ev 6 rojin winda ye. Mubîn di 21’ê Cotmehê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîmê ve hatibû girtin û heta niha tu agahî li ser çarenûsa wî nîne û hewldanên malbata wî bêencam mane.