PYD`ê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê êrişa duh a li dijî koçberên Girê Spî yên ku vedigeriyan bajarê xwe, şermezar kir û banga parastina sivîlan, garantîkirina mafê wan ê vegereke ewle kir.

PYD`ê êrişa li dijî koçberên Girê Spî şermezar kir
27 cotmeh, 2026   15:06
KOBANÊ

PYD’ê têkildarî êrişa duh a li dijî koçberên Girê Spî yên ku vedigeriyan bajarê xwe daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka PYD`ê ya Kobanê Bêrîvan Îsmaîl ve hat xwendin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê kesên bûne sedema êrişa duh a li Girê Spî werin darizandin.

PYD`ê diyar kir: "Hin aliyan xwest di navbera pêkhateyên herêmê de tevliheviyan derxin û dema ku koma koçberan gihaşt malên xwe, êrişên tund di dijî wan û erebeyên wan hatin kirin.”

PYD’ê diyar kir ku berpirsyarî bi tevahî dikeve ser hikumeta veguhêz ji bo parastina sivîlan û milkên wan, rawestandina van êrişan û pêşîgirtina li ber dubarebûna wan.

 (ct/k)

ANHA