Li Îranê hilbijartina serokkomariyê destpê kir

Li Îranê nêzî 61 milyon hilbijêrî dest bi dengdanê kirin ku serokkomarê xwe yê nû hilbijêrin.

Li Îranê hilbijartina serokkomariyê destpê kir
28 hezîran 2024   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Piştî ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, bi lez hilbijartin hate birêxistinkirin û bang li 61 milyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bi kar bînin. Roja Pêncşemê du namzetên muxafazakar xwe ji hilbijartinê vekişandin. Bi giştî çar namzet tevlî hilbijartinê bûne. Sê ji wan muxafazakar, yek jî reformîst e.

Hilbijartin di demeke welê de tê kirin ku şert û mercên aboriyê nebaş bûye, li herêmê û qada navneteweyî krîz hene.

Aboriya Îranê ji ber pêkanînên navneteweyî û enflasyona bilind a ji sedî 40'î di bin zextê de ye.

Pereyê Îranê li pêşberî dolar gelekî bêqîmet bûye. Mînak, beriya du, sê salan li bazarê çarşefek bi 200 hezar heta 250 hezar tumenî bû, lê niha bi 1,5 milyon tumenî ye.

Ji şerê li Xezeyê heta bi nakokiyên bi welatên Rojavayî û mijara nukleerê, ev hilbijartin di nava gelek krîzên jeopolîtîk de tê kirin. Lewma li derveyî welat jî ji nêz ve tê şopandin.

Namzetiya Mesûd Pezeşkiyan ku weke reformîst tê pêşkêşkirin, encamên hilbijartinê nediyar kir. Ev namzetê surprîz beriya ku ji aliyê Konseya Parêzvanan namzetiya wî bê pejirandin, qet nedihat naskirin.

Dibe ku parlamenter Mesûd Pezeşkiyan ê 69 salî ji tûra duyemîn re bimîne, lê belê tevî kampanya xwe ya serketî di nava sîstema dewletê ya Îranê de li ser şensê wî yê serketinê gumanên cidî hene.