Rojnameyên erebî: Bandora Washington di hilbijartinên Îranê de heye

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih dan guhertina hikumeta Şamê ya sazûmaniya hêzên leşkerî û hilbijartinên Îranê.

Rojnameyên erebî: Bandora Washington di hilbijartinên Îranê de heye
28 hezîran 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê "Şam hewl dide leşkertiyê dildarî bike û bi deh hezaran leşker ji kar dûr bixe" weşand. Di nûçeyê de rojnameyê balkişand ser hewldanên hikumeta Şamê ku pergala leşkertiya neçarî biguhere û artêşê bike artêşeke dildarî bi rêya peymanan. Her wiha behsa dûrxistina bi deh hezaran leşkeran ji leşkertiyê heta dawiya salê kir. 

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtiye diyar kir ku saziya leşkerî ji 6 mehan ve, plana guhertina sazûmaniya saziya leşkerî bi çavdêriya rasterast a fermandarê giştî ya hêzên çekdarî Beşar El Esed kiriye û di planê de gelek biryar û tedbîr hene.

Rojnameyê da zanîn ku hikumeta Şamê hewl dide komên di dema aloziya li welêt de ava bûne, bi rêya vê planê di hêzekê de kom bike.

Di heman demê de rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, ev biryar derfetê dide biyaniyan mîna afganî, pakistanî, iraqiyên ji komên ku Pasdarên Îranê ji bo şerê li Sûriyeyê çêkirine, piştî 5 salan dema nasnameya Sûriyeyê bi dest bixin, tev li artêşa dildarî bibin.

BANDORA WASHINGTON DI HILBIJARTINÊN ÎRANÊ DE HEYE

Der barê hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê de El Ereb a Londonê nûçeyek parve kir. di nûçeyê de rojnameyê îşaret pê kir ku têkiliyên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re û fişarên wê li ser îraniyan û di daxuyaniyên namzetan de serwer bûn.

Rojnameyê balkişand ser daxuyaniya Serokê Meclisa Şûra ya Îranê û namzetê serokkomariyê Mohammad Bagher Qalibaf ku hişyarî da serokê bê dibe neçar bimîne ku Îranê bifiroşe Trump yan jî nakokiyeke xetere li welêt biafrîne heke pirsgirêkên aborî çareser nebûn.

Rojnameyê behsa rewşa aborî ya Îranê û binpêkirina mafên jinan li Îranê kir ku di encamê de xwepêşandan li dar ketine, her wiha aloziya bi rojava re zêde bûye bi rêya êrişên bejahî û deryayî yên rasterast li dijî keştiyan yan jî bi rêya hûsiyan.

Li gorî rojnameyê şer û pêşeroja Îranê dibe bi DYA`yê ve girêdayî be, di vî warî de Xamîneî hişyarî da ku piştgiriya nemzetên ku dibêjin "pêşketin bi rêya Amerîkayê ye" neyê kirin. Rojnameyê ev hişyarî wek rexneyeke veşartî li namzetê reformê yê yekane Masûd Bazşkiyan bi nav kir ku hêvî dike lihevkirina nukleerî ya 2015`an çalak bibe.

(şx)