Li Humsê ji ber êrişkeke bi bombeyan kesek birîndar bû

Kesên nenas bombeyeke destan avêtine dikanekê li bajarê Humsê, di encamê de kesek birîndar bû.

Li Humsê ji ber êrişkeke bi bombeyan kesek birîndar bû
3 kanûn, 2025   10:53
HUMS

Nûçegihana me ragihand ku duh şevê, 2 kesên rûpêçayî ku li ser motosîklê bûn, bombeyeke destan avêtin dikaneke firotina alkolê li taxa Edewiya ya bajarê Humsê û di encamê de xwediyê dikanê birîndar bû û li dikanê jî ziyanên madî çêbûn.

(k)