Li Hewlêrê dronên Îranê hatin xistin

Li Hewlêrê hejmarek drone ji aliyê sîstema parastinê ya hêzên koalîsyonê ve hatin xistin. Herwiha li Geliyê Alanê yê ser bi Xelîfanê jî dronek kete xwarê.

Li Hewlêrê dronên Îranê hatin xistin
28 tîrmeh, 2026   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev carek din rejîma Îranê bi dronan êrîşî Herêma Kurdistanê kir. Tê gotin li Hewlêr û Xelîfanê dronên rejîmê ji aliyê sîstema parastinê ya koalisyona navnetewî ve hatine xistin. Her wiha li derdora Hewlêrê dengê balafirên şer jî hatiye bihîstin.

Herwiha li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, li ser asîmanê navçeya Soranê jî 5 dron hatine dîtin. Tê gotin yek ji wan dronan li Geliyê Alanê yê ser bi navçeya Xelîfanê ve ketiye xwarê, ku baregehên Partiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê lê ne.

Piştî ketina droneyê agir bi erazî ket, welatî ji bo vemirandina agir çûn cihê bûyerê.