Li Hewlêrê di dema perwerdeyê de leşkerekî amerîkî û yekî brîtanî mirin

Hate ragihandin ku leşkerekî amerîkî û yekî brîtanî di dema perwerdeya leşkerî ya li Baregeha Hewayî ya Hewlêrê de jiyana xwe ji dest daye.

Li Hewlêrê di dema perwerdeyê de leşkerekî amerîkî û yekî brîtanî mirin
2 hezîran, 2026   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên amerîkî û brîtanî ragihand ku leşkerekî amerîkî û yekî brîtanî di dema perwerdeyê de li Baregeha Hewayî ya Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye.

Wezîrê parastinê yê Brîtanyayê John Healey di civîna Konseya Giştî de ragihand leşkerekî brîtanî di bûyerê de hatiye kuştin û malbata wî hatiye agahdarkirin. Hûrgiliyên zêdetir der barê bûyerê de aşkera nekirin.

Artêşa Amerîkayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dema perwerdeya leşkerî leşkerekî wî li heman baregehê hat kuştin. Artêşê diyar kir ku perwerde bi hevkariya hêzên brîtanî pêk dihat ku wê jî leşkerekî xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku lêkolînkirina bûyerê dewam dike.

(bb)