Ji bo parastina zeviyan seferberiya ekîbên agirkujiyê

Li parêzgeha Hesekê tîmên agirkujiyê ku ji bo parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan, seferber bûne.

Ji bo parastina zeviyan seferberiya ekîbên agirkujiyê
2 hezîran, 2026   12:54
HESEKÊ

Bi hatine demsala çinînê re, tîmên agirkujiyê li parêzgeha Hesekê ji bo parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan ketine seferberiyê û bi dehan nuqte ji bo rewşên awarte ava kirine.

Li bajarê Hesekê nuqteyên agirkujiyê li Hetîn, xaçerêya Zeynar, Xas, rêya navneteweyî, Til Beyder, Şor, Til Mecel, Sêgir, Zirgan, Dirbêsiyê, Til Temir, Îsafiye, Xerîta, xaçerêya Sedîq, Sifeya û Til Mesnûr hatin avakirin û tîmên agirkujiyê lê hatine belavkirin. Her wiha nuqteyên gerok jî hatine amadekirin.

Li bajarê Qamişloyê jî nuqteyên agirkujiyê li gundên Hîmo, Şorik, Hilwa, Xeznê û Leylanê hatin avakirin. Li Tirbespiyê jî nuqteyên agirkujiyê li Gaziya Şabo, Til Marûf, xaçerêya Mizgeft û Maşûqê hatine çêkirin.

Her wiha li gundên Sinceqa Sadûn û Çaxir Bazar ên bajarê Amûdê û li bajrokê Çilaxa jî 2 nuqte (Çilaxa û Kêşikê) hatin avakirin. Li Girkê Legê jî nuqteyek hatiye avakirin.

Li Dêrik, Eyn Dîwar, Zuhêriyê, Til Koçer û Til Hemîsê jî nuqteyên agirkujiyê hatine hazirkirin.

Li gel avakirina van nuqteyan jî, nuqteyên gerok hatine amadekirin û hejmarên telefonan ên destwerdana lezgîn a şewatan hatine diyarkirin.

Seferberiya ekîbên agirkujiyê dê heya bidawîbûna mewsima çinînê bidome.

(bb)