Li Hesekê pirsgirêka kehrebeya jenenratoran didome

Li bajarê Hesekê ji ber kêmbûna mazotê û negihaştina wê, pirsgirêka kehrebeya jenenratoran derdikeve.

Li Hesekê pirsgirêka kehrebeya jenenratoran didome
8 tîrmeh, 2026   14:47
HESEKÊ

Hevserokê Komîteya Jenenratoran Ebdulkerîm Oso diyar kir ku ji ber mazot negihiştiye xwediyê jenenratoran, dê îro li hemû taxên bajarê Hesekê kehrebeya jenenratoran tune be. 

Ebdulkerîm Oso da zanîn ku berê para bajarê Hesekê ya ji mazotê bi temamî dighişt, lê dema dawî de derdor ji seadî 60 tenê digihêje xwediyê jenenratoran.

Nîzê 10 sehrîcên mazortê dighêjin herêma Cizîrê û ew li hemû bajaran tê belavkirin.

Ebdulkerîm Oso destnîşan kir ku makanîzmeya belavkirina mazotê hat guhertin, berê her 6 rojan dihat belavkirin, niha rojane dighêje lê ne bi qederên wekhev.

Hevserokê Komîteya Jenenratoran li bajarê Hesekê Ebdulkerîm Oso diyar kir ku para bajarê Hesekê ya mazotê di navbera 160-170 hezar lîtreyî ye.

Oso da zanîn ku ji ber nebirêxistinbûyîna hatina mazotê ji hêla satkobê ve zehmetiyên herî mezin li hemberî xwediyê jenenratoran derket, ev hişt ku nema karibin li gorî saetên hatine diyarkirin kehrebeyê bidin û ev bû sedem ku li ser gelek taxan kehrebe qut bibe.

(sb)

ANHA