Li Hesekê têkildarî rola jinan di aştiya civakê de panel

Nivîsgeha Jinan a Partiya El Weten El Sûrî li navenda xwe ya li Hesekê panelek li dar xist. Beşdarên panelê girîngî da rola jinan di aştiya civakê de.

2 hezîran, 2025   19:52
HESEKÊ

Nivîsgeha Jinan a Partiya El Weten El Sûrî ya bajarê Hesekê paneleke diyalogê bi navê "Redkirina xîtaba nefretê û rola jinan di parastina aştiya civakî de" li navenda partiyê ya bajêr li dar xist. Di panelê de jinên çalakvan, siyasetmedar, hiqûqnas, nûnerên rêxistinên jinan û rêveberên saziyên civaka sivîl amade bûn.

Di panelê de, digel zêdebûna xîtaba nefretê ji hin aliyan ve, zehmetiyên li pêşiya civaka Sûriyeyê bi taybetî li pêş jinan hatin nîqaşkirin, her wiha li ser xurtkirina jinan weke klîta pêşxistina hevgirtina civakî û parastina aştiya civakî gotûbêj hatin kirin.

Di panelê de du mijar hatin nîqaşkirin. Cîgira Nivîsgeha Têkiliyan a partiyê Şeyma Xelef mijara yekemîn bi rê ve bir. Di vê mijarê de xîtaba nefretê bi hemû şêweyên wê, bandora kûr a li ser jiyana hevbeş hatin şîrovekirin. Şeyma diyar kir ku jin gelek caran dibin qurbanên yekser ên vê xîtabê.

Her wiha Şeyma destnîşan kir ku xîtaba nefretê ne tenê hevgirtina civakî qels dike, lê pêşvebirin û pêşxistinê jî asteng dike, aloziyan zêde dike, derî li ber aloziyên çekdarî vedike, gefan li îstîqrara civakê û enerjiya wê dixwe.

Mijara din ji aliyê cîgira Seroka Nivîsgeha Jinan a partiyê Fatme Ferec ve hat nîqaşkirin. Fatme Ferec bal kişan ser rola erênî û bandorker a jinan a pêkanîna aştiyê û belavkirina hezkirinê di civakan de nexasim di qonaxa piştî şeran de û got: "Jin ne tenê qurbanên alozî û şeran in, her wiha ew hevkarên sereke yên jinûve avakirina civakan in. Ew jî bi rêya perwerdehî, ragihandin û beşdariya siyasî û sivîl pêk tê."

Piştî mijar hatin şîrovekirin, beşdaran nîqaş kir. Di nîqaşan de nêrên girîng hatin pêşkêşkirin,  û bal kişandin ser çareseriyên pratîkî yên rûbirûbûna nefretê û tundrawiyê, ku ji perwerdehiya malbat û dibistanê dest pê dike û digihîje çapemenî û yasayê.

Di dawiyê de daxuyaniyek hat dayîn, û ji hêla endama Nivîsgeha Siyasî ya partiyê Betûl Mihemed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de çend xalên girîng hatin destnîşankirin û wiha ne:

Teşwîqkirina jinan ji bo pêşengiya pêngavên hişyarkirinê li dijî xîtaba nefretê.

Piştgiriya rola saziyên perwerdehî û ragihandinê di belavkirina nrixên bexişandinê de.

Aktîvkirina yasayên tehrîda nefterê sûcdar dikin, digel rêzgirtina azadiya derbirînê

Hilberandina naveroka ragihandinê ya erênî ku pirrengiya çandî û civakî nîşan bide.

Perwerdekirina ciwanan li ser çanda diyalogê, têkoşîna dijî çewisandinê û xîtaba cudabûnê.

Rûbirûbûna xîtabên nefterê bi xîtabên nerm, wekhev û exlaqî.

(mh/fr)

ANHA