Komek çekdar li Hemayê malên taîfeya Murşîdiyê şewitandin

Komeke çekdar li gundewarê Hemayê êrişî xelkê taîfeya Murşîdiye kir, gelek malên wan şewitandin û sembolên wan ên olî şikandin û gotinên nebaş ji xelkê wê taîfeyê re kirin.

Komek çekdar li Hemayê malên taîfeya Murşîdiyê şewitandin
2 hezîran, 2025   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku komeke çekdar li gundê Nebi El Barod ê li herêma Sehil El Xab ê gundewarê rojavayê Hemayê êrişî xelkê mehzbeha Murşîdiye kir. 

SOHR’ê anî ziman ku çekdaran gelek malên welatiyan şewitandin, wêne û sembolên olî yên tafîeyê şikandin û gotinên nebaş ji niştecihan re kirin.

Li gorî çavdêriyê, çekdaran çend mal şewitandin, wêne û sembolên olî yên wan şikandin, û heqaret li ol û baweriya wan kirin, ev yekê hêrseke berfireh di nav şêniyan de derxist.

Piştî bûyerê, bi dehan xelkê taîfeyê li bajarê Siqêlbiyê, ji bo şermezarkirina wan kiryaran, çalakiyek li dar xistin. Desthilata Şamê li hember bûyerên wiha bê deng e.

Beriya niha, di 17-18’ê Gulanê de li ser paşxaneya êriş û heqaretên olî li dijî du ciwanan ji hêla endamên "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê ve, li bajarokên Xesaniye û Eqrebiye yên gundewarê Qisêr ê başûrê rojavayê Humsê çalakiyek protestoyî hat lidarxistin û tê de bi sedan xelkê taîfeya Murşîdiye beşdar bûn.

(ac/fr)

ANHA