Nasnameyên 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin aşkerakirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameyên 3 endamên xwe, ku di encama êrişa bombeyê ya şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Reqa-Hesekê de şehîd bûbûn, aşkera kirin.

Nasnameyên 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin aşkerakirin
2 hezîran, 2025   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 endamên xwe, ku duh di encama êrişa bombeyî ya şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser rêya Reqa-Hesekê de şehîd bûbûn, aşkera kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi serbilindiyekê 3 endamên xwe yên "Beşa Ewlekariya Kerwan û Rêyan" ku sibeha roja yekşemê (01.06.2025’an), dema ku erkê xwe yê welatparêzî û mirovî ji bo parastina rêyan û dabînkirina ewlehiya sivîlan bi cih dianîn, şehîd bûn. Ev her sê endam di encama êrişeke xayînane ya şaneyeke rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li ser rêya “Ebyed” ya ku bajarên Hesekê û Reqayê bi hev ve girê dide, şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nav û paşnav: Mihêdî El Ugle

Navê dayikê: Nehle

Navê bav: Salih

Cih û dîroka jidayikbûnê: El Kerame 31/1/2000

Dîroka tevlêbûnê: 16.3.2025

Dîroka Şehadetê: 01.06.2025

 Nav û paşnav: Mehmûd Noman

Navê dayikê: Fatime

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê 1980

Dîroka tevlêbûnê: 17.5.2025

Dîroka Şehadetê: 01.06.2025

 Nav û paşnav: Îsa Osman

Navê Dayikê: Fatime

Navê Bav: Elî

Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Barûd 1994

Dîroka tevlêbûnê: 10/9/2020

Dîroka şehadetê: 01.06.2025

Şehîdan canê xwe yê pak ji bo azadiya gelê xwe feda kirin. Wan bi wêrekî û bi disiplîn erkên xwe di rûbirûbûna terorên ku ewlehiya sivîlan û aramiya herêmê dikin armanc, pêk dianîn. Ev tawan dê îradeya me ya berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê û jinavbirina bermahiyên wê li her derê xurtir bike.

Ji şehîdên me re rehmet, ji malbatên wan re sebir û wê fedakariya wan bibe ronahiyek li ser rêya erkê me."

(fr)