Li Hesekê Parka 4’ê Nîsanê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê hate xemilandin

Li bajarê Hesekê amadekariyên lidarxistina pîrozbahiya 1`ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê têne kirin. Tê payin bi hezaran şênî beşdar bibin.

Li Hesekê Parka 4’ê Nîsanê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê hate xemilandin
Li Hesekê Parka 4’ê Nîsanê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê hate xemilandin
Li Hesekê Parka 4’ê Nîsanê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê hate xemilandin
Li Hesekê Parka 4’ê Nîsanê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê hate xemilandin
Li Hesekê Parka 4’ê Nîsanê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê hate xemilandin
Li Hesekê Parka 4’ê Nîsanê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê hate xemilandin
30 nîsan, 2025   13:49
HESEKÊ

Sendîkaya Kedkaran a Hesekê dest bi amadekariyên dawî yên pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê kir. Çalakiya îsal wê bi dirûşma "Bi banga aştî û civaka demokratîk em 1'ê Gulanê bi hev re pîroz bikin" li Parka 4'ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê, bê lidarxistin.

Ji bo amadekariyên pîrozbahiyê îro li cihê pîrozbagiyê al û pankart hatin daliqandin.

Endamê komîteya amadekar a pîrozbahiyê Esed Elî bang li gelê Hesekê û koçberên Efrîn û Serê Kaniyê kir ku bi awayekî berfireh beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Tê payîn ku şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Holê, Til Brak û Şedadê beşdarî pîrozbahiyê bibin. Çalakiyên pîrozbahiyê wê saet di 18.00’an de dest pê bike.

(k)