Li Hesekê ciwanek hate kuştin

Ciwanê bi navê Mihemed El Selîbî li taxa Xişman a bajarê Hesekê dema ku hewl da di navbera kesên şer dikir de berevaniyê bike, hate kuştin.

Li Hesekê ciwanek hate kuştin
7 tîrmeh, 2026   10:52
HESEKÊ

Mihemed El Selîbî duh bi şev (Duşem) dema kete navbera kurê apê xwe û xwediyê dikanekê ku pev çûbûn, birîndar bû û piştre jiyana ji dest da. 

Li gorî agahiyan El Selîbî diçe mala zarokên apê xwe û dixwaze pirsgirêkê çareser bike. Hîna El Selîbî li mala zarokên apê xwe, 3 ciwan êrişî malê dikin. El Selîbî dema ku derdikeve derve da ku pevçûn çênebe, kêrê lê didin û wî birîndar dikin. Piştre El Selîbî ji ber birîna xwe wefat dike.

Hate zanîn ku El Selîbî nû ji Tirkiyeyê hatibû û bavê 3 zarokan e.

Hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye.

(np)

ANHA