Çeteyên Dewleta Tirk welatiyekî din revand

Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê welatiyê bi navê Mihemed Hemid Gergiur revand û ji bo berdana wî pere xwestin.

Çeteyên Dewleta Tirk welatiyekî din revand
18 sibat, 2024   13:01
NAVENDA NÜÇEYAN

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyên bi navê ''Ehrar El-Şamiye'' yên girêdayî Dewleta Tirk a dagirker 15'ê Sibatê li Cindirêsê ciwanê bi navê Mihemed Hemid Gergiur ê 25 salî ku bi navê Hemûdê Halaq tê nasîn, revand. 

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku Mihemed Hemid Gergiur di zindana Îskayê ya di  bin kontrola îstixbarata dewleta Tirk de tê girtin.

Çeteyan ji bo berdana welatiyê hatiye revandin 2000 dolar xwestin.

Efrîn di Adara 2018'an de ji aliyê Dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin. Ji wê rojê ve li hemberî gelên herêmê sûcên weke kuştin, tecawiz, talan, revandin, guhertina demogfrafiya herêmê tên kirin.

(eg/a)