Li Helebê sînevîzyonek li ser komkujiya Şengalê hat pêşkêşkirin

Têkildarî komkujiya ku çeteyên DAIŞˊê bi tevkariya PDKˊê di 2014ˊan de li Şengalê pêk anîbûn, sînevîzyonek li Helebê hat pêşkêşkirin.

28 tîrmeh 2024   17:15
HELEB

Bi boneya nêzbûna salvegera 10ˊemîn a komkujiya li ser Şengalê ku di 2014ˊan de pêk hatiye, Mala Êzidiyan a Helebê sînevîzyonekê pêşkêş kir.

3'yê Tebaxa bê salvegera 10'emîn a komkujuya li dijî civaka êzîdî ya Şengalê ye. Ew komkujî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve piştî ku çekdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) reviyan, hat pêkanîn.

Çalakî li hola 8'ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin. Di serî de hevseroka Mala Êzîdiyan a Helebê Roşîn Mûsa şehîd bi bîr anîn û diyar kir ku komkujî û fermanên ku di dîrokê de li dijî civaka êzîdî hatine pêkanîn bi armanca qirkirina wan bûn.

Roşîn Mûsa banga bilindkirina asta têkoşînê li hemberî hewldanên qirkirina civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û tevkariya PDKˊê bi dagirkeriyê re bisekinin.

Piştre sînevîzyonek li ser komkujiyê û bûyerên veşartî yên ku tê de qewimîne û aliyên hevkar ên ku destek didan çeteyên DAIŞ'ê hat pêşandan. Her wiha çawa Şengal piştî ku çekdarên PDK'ê reviyan ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ve hat rizgarkirin.

Li gorî Rêxistinên Êzîdiyan, di êrişa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê 6 hezar û 417 êzîdî revandin, ji wan 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 zilam bûn. Di encama hemleyên rizgarkirinê yên ku paşê hatine lidarxistim de 3 hezar û 739 êzîdî hatin rizgarkirin. Ji wan hezar û 203 jin bûn. Çarenûsa yên din jî nediyar e.

(mh)

ANHA