Li Helebê di êrişa bi moşekan de 16 kes mirin

Hate ragihandin ku li gundewarê Helebê di êrişeke bi moşekan 16 kes mirin.

Li Helebê di êrişa bi moşekan de 16 kes mirin
3 hezîran, 2024   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku artêşa Îsraîlê îro derdora saet 00.20’an êrişên hewayî li başûrê rojhilatê Helebê pêk anîn û di encamê de, kuştî, birîndar û  zerarên madî çêbûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku bi sê moşakan kargeha baqir (Nehas) ya li bajarokê Heyanê yê gundewarê bakurê Helebê ku di bin kontrola hêzên girêdayî Îranê de ne hatiye hedefkirin. SOHR ragihand ku jêdera êrişê nehatiye zanîn lê diyar kir ku di encamê de 16 kes mirine.

Li gorî SOHR, ji destpêka salê ve Îsraîlê 44 caran êriş axa Sûriyeyê kiriye,  depoyên teqemeniyê, navend, biryargehên leşkerî û maşîne jî di nav de bi giştî 92 hedef wêran bûne.

(şx)