Li Dêrazorê mayîn hatin bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê Dêrazorê  mayîn bê bandor kirin.

Li Dêrazorê mayîn hatin bêbandorkirin
Li Dêrazorê mayîn hatin bêbandorkirin
Li Dêrazorê mayîn hatin bêbandorkirin
Li Dêrazorê mayîn hatin bêbandorkirin
Li Dêrazorê mayîn hatin bêbandorkirin
Li Dêrazorê mayîn hatin bêbandorkirin
Li Dêrazorê mayîn hatin bêbandorkirin
Li Dêrazorê mayîn hatin bêbandorkirin
Li Dêrazorê mayîn hatin bêbandorkirin
3 hezîran, 2024   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Welatiyan agahî dan navendên me yên ewlehiyê ku cismên bi guman li ser rêya bajarokê Hawî Hîsan ê rojavayê Dêrazorê -bajarokê Seeda yê bakurê Dêrazorê hene. Li ser vê yekê hêzên me yekser berî dan cihê bûyer û ji bo parastina ewlehiya welatiyan trafîk girtin. Pisporên teqmeniyê cisim lêkolîn kirin. Derket holê ku 3 mayîn in, 2 jê dijî zixrî ne û ya din sexte ye ji bo tirsandina welatiyan li ser rêya bajarokê Seedayê hatine bicihkirin.

Hêzên me bêyî ku zerar çêbibe mayîn rakirin û birin cihekî taybet da ku ji dûr ve telef bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li welatiyan hat kirin ku eger tevgerên terorî an cismên bi guman dîtin hêzên ewlekariyê agahdar bikin.

(bb)

ANHA