Li gundewarê Hemayê qezayeke tirafîkê: 4 kes mirin û 9 jî birîndar bûn

Li gundewarê rojavayê Hemayê li ser rêya sereke ya di navbera Beyt Yaşût û Nehr El Bereda de wesayîteke rêwiyan rê berda û qulipî, di encamê de 4 kes mirin 9 birîndar bûn.

Li gundewarê Hemayê qezayeke tirafîkê: 4 kes mirin û 9 jî birîndar bûn
29 tebax, 2025   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê rojavayê Hemayê li ser rêya sereke ya di navbera Beyt Yaşût û Nehr El Bereda de wesayîteke rêwiyan rê berda û qulipî, di encamê de 4 kes mirin 9 birîndar bûn, birîna 5 kesan giran e.

Şêniyên herêmê û tîmên tenduristiyê kuştî û birîndar birin Nexweşxaneya Neteweyî ya El Suqeylebiyê.

(ac)

ANHA