Navendeke Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk hate vekirin
Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navendeke giştî li Reqayê vekir.
Di merasîma vekirina navenda giştî ya Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên kantonê û Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Mişleb El Tirkan û Hêvîn Îsmaîl û hevserokatî û endamên rêxistinên kantona Reqayê hazir bûn.
Hevseroka Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Nsrîn Hesen di merasîmê de axivî û bixêrhatina mêvanan kir.
Sewsenê got: "Em vekirina navendê ku hemwextî salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye, diyarî malbatên şehîdan, dîlgirtiyan, şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan dikin. Bi saya wan îro em li vir kom bûne."
Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gebriyel Şamon jî vekirina navendê pîroz kir. Şamon rola şervanan, şehîdan û ronakbîran silav kir ku ev destkeftî bi dest xistine.
Navend ji aliyê dayika şehîd Udey El Berho, Ebîr El Ebdullah ve hate vekirin.
(şx)
ANHA