Li geleke bajaran pêleke nû ya tundî û tevliheviyê

Li gelek deverên Sûriyeyê pêleke tundî û tevliheviyên ewlehiyê rû dan, her wiha êrişî mirovan û milkên wan jî hatin kirin.

Li geleke bajaran pêleke nû ya tundî û tevliheviyê
16 hezîran, 2026   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî li gelek deverên Sûriyeyê pêleke tundî û tevliheviyên ewlehiyê rû dan. Li hin deveran komên çekdar û welatiyan êrişî kesên din û milkên wan kirin. Di encamê de birîndar û zerarên madî çêbûn.

Li gundewarên Hums, Idlib, Hema, Şam, Heleb û hin herêmên din êrişî mirovan, malan û dikanan hatin hatin kirin.

Ji dîmenên ku li herêma Berzê ya Şamê hatine kişanidn, kiryarên xirabkirina erebe û milkên taybet nîşan dide. Li taxa Iş El Werwerê jî ku piraniya niştecihên wê Elewî jî êrişî milkên taybet hatin kirin. Her wiha Li bajarê Cisir el Şixûr ê gundewarên Idlibê dîmenê êrişa li ser mirovan û kaşkirina wan li nava kolanan hatin belgekirin.

Di heman demê de li bajarokê Tîba Îmam ê gundewarê Hemayê û bajarê Tedmursê yê gundewarê Humsê  jî tevlihevî derketin, dikan û erebeyên sivîlan hatin şewitandin.

Li gorî çavdêran, ev tevlihevî wekî bertek li hember pêknenîna rêgezên edaleta pêvajoya veguhêz ji aliyê hikumeta demkî ve derketin.

Heya niha der barê bîlançoya qurbaniyan û zerarên çêbûne de tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn tenê banga kêmkirina rageşiyê û bidawîkirina tevliheviyê kir.

(bb)