`Li dijî xiyaneta PDK`ê em ê têkoşîna xwe mezin bikin`

Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan êrişên PDK`ê yên li dijî gerîla şermezar kirin û diyar kirin ku  wê ji bo têkbirina komploya PDK`ê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker têkoşîna xwe mezin bikin.

`Li dijî xiyaneta PDK`ê em ê têkoşîna xwe mezin bikin`
`Li dijî xiyaneta PDK`ê em ê têkoşîna xwe mezin bikin`
28 ÇILE, 2024   12:50
QAMIŞLO

Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê, bi daxuyaniyên cuda êrişên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî gerîlayên azadiyê şermezar kirin.

Endamên saziyên sivîl ên Dêrikê, tev li her du daxuyaniyan bûn. xiyanetê

Endama rêveberiya Kongra Star Fatme Hacî daxuyaniya kongra Star û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Lîlav Mihemed daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan xwendin.

Di daxuyaniyan de wiha hatin gotin:

"Em xiyaneta malbat Barzanî ya li dijî gerîlayên azadiyê şermezar dikin û dibêjîn bila dev ji şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd û Tevgera Rizgariyê berde. We Başûrê kurdistanê kiriye cihê xiyanetê û bin fermana dewletên dagirkerên de kar dikin."

Di daxuyaniyan de hat dayîn ku ji bo têkbirina komployên li dijî destkeftiyên gelê Kurd û komployên PDK`ê, dê têkoşîn bê mezinkirin.

(şx)

ANHA