Li dijî qedexeya nû ya Talîbanê bertek

Biryara Talîbanê ya ku bikaranîna pencereyan ji jinan re qedexe dike, ji aliyê Tevgera Finda Azadî ji bo Jinên Efganistanê ve hate şermezarkirin.

Li dijî qedexeya nû ya Talîbanê bertek
30 kanûn, 2024   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Talîbanê bi biryarnameyeke nû ferman da ku pencereyên cihên jin pir lê hene û di avahiyên nêzî hev de bi kar tînin, bigirin an jî dîwaran li ber wan ava bikin. 

Endamên Tevgera Finda Azadî ji bo Jinên Efganistanê, bertek nîşanî biryara qedexekirina pencereyên di avahiyan de da ku ji aliyê serokê Talîbanê Hibetullah Ahundzade ve hatiye dayîn. Jinan bi daxuyaniyekê biryar şermezar kir.

Endamên tevgerê, ev biryara serokê Talîbanê, wek hewldanek din a li dijî jinên Efganistanê nirxand.

Di daxuyaniya Tevgera Finda Azadî ji bo Jinên Efganistanê de hate gotin: “Maleke bêpencere, çi ferqa wê ji hepsa Sednaya heye? Çima dixwazin jinên bêguneh heps bikin?"

Endamên tevgerê diyar kir ku ev biryar tenê ne nîşaneya aşkera ya berdewama biçûkxistin û zexta li ser jinên Efganistanê ye û hate destnîşankirin ku bi hinceta kontrolkirina jiyana taybet ev biryar hatiye dayîn.

Tevgera Finda Azadî ji bo Jinên Efganistanê bang li civata navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafê mirovan kir ku vê qedexeyê û polîtîkayên din ên Talîbanê yên dijminê jinan şermezar bikin û ji bo parastina mafên jinên Efganistanê demildest gavên şênber biavêjin.