Şêx Murşîd El Xeznewî bi xelkê Amûdê re civiya

Şêx Murşîd El Xeznewî jî bang li partiyên kurdî kir ku daxwaza gel a tifaqê bi cih bînin. Her wiha banga xwedîderketina li QSDˈê kir.

Şêx Murşîd El Xeznewî bi xelkê Amûdê re civiya
Şêx Murşîd El Xeznewî bi xelkê Amûdê re civiya
Şêx Murşîd El Xeznewî bi xelkê Amûdê re civiya
Şêx Murşîd El Xeznewî bi xelkê Amûdê re civiya
Şêx Murşîd El Xeznewî bi xelkê Amûdê re civiya
Şêx Murşîd El Xeznewî bi xelkê Amûdê re civiya
30 kanûn, 2024   15:46
QAMIŞLO

Şêx Murşîd El Xeznewî ku civînên xwe li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, îro bi şêniyên bajarê Amûdê re civiya.

Civîn li Stadyuma Şermola bi beşdariya bi hezaran şêniyên bajar û gundên Amûdê hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê Murşîd El Xeznewî axivî û bal kişand ser girîngiya avakirina yekitiya neteweyî ya kurdî û got: "Pirsgirêka Kurd pirsgirêka me ya sereke ye. Tevahî gelê Kurd Kurdistaneke azad dixwaze. Lewre divê gelê Kurd û partiyên siyasî bi berpirsyarî tev bigerin."

Şêx Murşid El Xeznewî bang li tevahî Kurdan kir ku piştgiriyê bidin QSDˈê, her wiha bang li partiyên kurdî kir ku daxwaza gel a tifaqê bi cih bînin û pirsgirêka Kurd çareser bikin.

Şêx Fehed Mehmûd jî bal kişand ser nûçe û îdiayên derew ku çapemeniya dewleta Tirk a dagirker parve dike û bang li şêniyên kir ku guh nedin van îdiayan. Şêx Fehed Mehmûd bi domdarî got: "Em xwedî hêzeke mezin in ku em dikarin di muzakereyên siberojê de bi kar bînin."

Di dawiya civînê de dirûşmên "Bijî yekitiya gelê Kurd" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA