Li dijî Hûsiyan êriş: 2 kuştî, 2 birîndar

Artêşa Yemenê êrişî baregehên Hûsiyan ên li başûrê rojavayê Yemenê kir. Hate diyarkirin ku di êrişê de 2 Hûsî hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Li dijî Hûsiyan êriş: 2 kuştî, 2 birîndar
18 tîrmeh 2024   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên DYA û Brîtanyayê navendên Hûsiyan ên li parêzgeha Hudeyde ya li rojavayê Yemenê bombebaran kirin. Artêşa Yemenê jî ragihand ku di operasyona li Teezê ya li başûrê welêt de kuştî û birîndarên Hûsiyan çêbûne.

Çapemeniya ser bi Hûsiyan ve ragihand ku balafirên şer ên DYA û Brîtanyayê duh bi şev, 3 caran êrişî balafirgeha navneteweyî ya Hudeydeyê kiriye, lê agahiyên zêdetir parve nekirin.

Navenda Ragihandinê ya Artêşa Yemenê ya Eniya Teezê jî ev agahî parve kirin: "Artêşê duh operasyonek li dijî baregehên Hûsiyan ên li eniya Sarmîn a rojhilatê Teezê  pêk anî. Yek jê fermandar, 2 Hûsî hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne."

(şx)