Di êrişa Îsraîlê de fermandarekî ‘Cemaa El Îslamiya’ hate kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li bajarokê Xeza yê Lubnanê de, fermandarekî ‘Cemaa El Îslamiya’ hate kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de fermandarekî ‘Cemaa El Îslamiya’ hate kuştin
18 tîrmeh 2024   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Center News a Lubnanê, balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê erebeya fermandarê ‘Hêzên El Fecir’ ên girêdayî ‘Cemaa El Îslamiya’ Mihemed Hamid Cebara bombebaran kir. Li gorî heman ajansê di bombebarana li ser rêya bajarokê Xeza yê herêma Bîqai a Lubnanê de, Cebara jiyana xwe ji dest da.

Koma ‘Cemaa El Îslamiya’ jî bi daxuyaniyekê kuştina Cebara piştrast kir.

(bb)