Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan Îmraliyê kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan Îmraliyê kirin.

Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan Îmraliyê kirin
18 tîrmeh 2024   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

 HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN

Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Serdozgeriya Komara Înfaza Bûrsayê bi periyodên 6 mehan carekî hevtinan bi hinceta "cezayên disiplînê" tê asteng kirin.

QEDEXEYÊN HEVDÎTINÊ YÊN BÊNAVBER

Piştî hewldana darbeya Tîrmeha 2016'an Rewşa Awarte hate îlankirin û qedexeyên hevdîtinê heya sibata 2018'an dom kirin. Piştî vê dirokê daxwazên hevdîtinê yên parêzeran 6 mehan carekî hatin qedexekirin.

Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 3'yê gulana 2024'an de derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin de biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran a 6 mehan da.

Li gel biryara dawî derbarê Ocalan de di 8 salên dawî de de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzaran re hate dayîn.