MAK: Em faşîst û çeteyan hişyar dikin

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi bombeya dest li dijî wezayîta zirxî ya polîsên Tirk çalakî kirin.

MAK: Em faşîst û çeteyan hişyar dikin
18 adar, 2024   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN 

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) di daxuyaniyêkî de diyar kir ku Milîsên wan di 13’ê Adarê saet 21.30’an de li Taxa Dîcle ya Silopiyayê bi bombeyên dest mudaxeleyî çeteyên dewleta Tirk a dagirker kirin. 

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Em dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê hişyar dikin; mîna li çiyayên Kurdistanê hûn ê li kolanên wê jî bi rehetî negerin. Hûn li her deverê di hedefa milîsên me de ne. Em ê tola dayik Taybetan hilînin û em ê yek bi yek hesabê her sûcê ku we li dijî gelê me pêk aniye, bipirsin.”

MAK’ê got: “Em cejna vejînê Newrozê silav dikin û bang li hemû ciwan, jinên ciwan û gelê xwe dikin ku tevlî nava refên Milîsên Azadiya Kurdistanê bibin.”