Li Dêrazorê teqîn
Li Dêrazorê cihên bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de erebeyeke bombebarkirî teqiya. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û gelek kesên jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)ragihand ku li dora Mizgefta El Fetih a li taxa Qisûr a ya Dêrazorê a bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de erebeyeke bombebarkirî teqiya.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) erebe ya komên alîgirên Îranê ne. di encama teqînê de 2 kes hatin kuştin û gelek birîndar bûne.
(şx)