Li Derayê ciwanek hate kuştin

Li rojhilatê Derayê ji aliyê çekdarên xwecih ve ciwanek hat kuştin û yek jî hate birîndarkirin.

Li Derayê ciwanek hate kuştin
23 mijdar, 2023   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hin dezgehên çapemeniyê yên xwecih, ciwanê bi navê Mihemed Ednan El Şerî yê ji bajarokê El Misêfre yê li rojhilatê Derayê, ji aliyê çekdarên xwecih ve hate kuştin. El Şerî li Îmaratê dixebitî.

Ciwanê bi navê Ebdullah Xalid El Îde (El Zubî) yê ji heman bajarokî jî, di êrişeke çekdarî de birîndar bû û veguhastin nexweşxaneyê.

Ji destpêka Çileyê ve li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li herêmê 459 êriş bi rêbazên cuda pêk hatine. Di encamê de jî 364 kes hatine kuştin ku piraniya wan welatî û endamên hêzên hikumeta Şamê ne.

(şx)