Li Derayê cenazeyên jinekê û hevjînê wê hatin dîtin

Li gundewarên Derayê cenazeyê jinekê û yê hevjînê wê di mala wan de hatin dîtin. Hate zanîn her du hevjîn hatine kuştin.

Li Derayê cenazeyên jinekê û hevjînê wê hatin dîtin
22 adar, 2024   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şêniyên bajarokê Qerfa yê Derayê cenazeyê jinekê û hevjînê wê kuştî di mala wan a li bajarok de dîtine. Her du jî ji gundê Mesîka yê herêma El Lace ne. Tê gotin ku di encama nakokiyên malbatî de vê bûyerê rû daye.

Di 24 saetan de ev sûcê duyemîn e ku li herêmê tê kirin. Duh 4 ciwan ji aliyê çekdarên nenas ve li bajarokê Mehce yê bakurê Derayê ve hatin kuştin. Ji destpêka salê ve, bûyerên kuştinê li parêzgeha Derayê zêde bûne.

Li gorî daneyên ku SOHR`ê parve kirine, ji destpêka salê ve 81 bûyerên kuştinê rû dane û heta niha sedemên wan nayên zanîn. Di encamê de 88 kes hatine kuştin ku 5 jê zarok in.

(şx)