NY: 220 hezar penaber ji Urdunê vegeriyan Sûriyeyê

Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ragihand ku ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve derdora 220 hezar penaberên Sûriyeyî ji Urdunê vegeryane welatê xwe.

NY: 220 hezar penaber ji Urdunê vegeriyan Sûriyeyê
27 tebax, 2026   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji 8`ê Kanûna 2024`an heta 24`ê Tebaxê (2026) nêzî 220 hezar penaberên Sûriyeyî ji Urdunê vegeriyan Sûriyeyê.

Berdevkê komîseriyê yê li Urdunê Yûsif Taha da zanîn ku ji destpêka îsal (2026) ve nêzî 45 hezar penaberên Sûriyeyî vegeriyane û piştî bidawîbûna sala xwendinê û başbûna rewşa hewayî vegera penaberan zêde bû.

Li gorî daneya, ji sedî 59 ji penaberan wekî malbat vegeryane, wekî kes jî ji sedî nêzî 41`an vegeryane. Di hefteyê de di çarçoveya rêjeyeke navîn de nêzî hezar û 300 penaber vedigerin, di rojê de jî di navbera 200-344 kes vedigerin.

Li gorî daneyên Komîseriya NY`yê, di dema heyî de derdora 375 hezar penaber û xwendekar li Urdunê ne, ji wê hejmarê nêzî 350 hezar kes Sûriyeyî ne, bi vî awayî dibe ku ji sedî derdoran 92 Sûriyeyî ne. Ji sedî derdora 79 penaberên Sûriyeyî li derveyî kampan dimînin

(sb)