Li başûrê Siwêdayê êrişên hewayî yên Urdunê

Balafirên Urdunê li gundewarê Siwêdayê mala bazirganekî madeyên hişbir bombebaran kir. Li gorî agahiyan di bombebaranê de bi kêmanî kesek hat kuştin.

Li başûrê Siwêdayê êrişên hewayî yên Urdunê
5 ÇILE, 2024   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ku tê texmînkirin ên artêşa Urdunê bin, duh bi şevê li gundewarê başûrê Siwêdayê nêzî sînorê Sûriye-Urdinê êrişên hewayî pêk anîn.

Tûra Siwêda 24, ragihand ku malek hat bombebarankirin û di encamê de ziyanên mezin çêbûn.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, li başûrê Siwêdayê mezereyek li deverên Xariya û Um Derman ên hatin bombebarankirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)  jî da zanîn ku li bajarokê Şeab ê gundewarê Siwêdayê yê nêzî sînorê Urdinê mala bazirganekî madeyên hişbir hat bombebarankirin û bi kêmanî kesek hat kuştin.

18’ê Kanûna borî balafirên şer ên Urdunê li bajarokê Zîbîn ê gundewarê başûrê Siwêdayê mezereyek bombebaran kir. Di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Artêşa Urdunê duh bi şev ragihand ku li dijî tevahî cûreyên qaçaxçîtiya li ser sînorê Sûriyeyê plana avakirina  bendeke elektronîkî datîne.

Artêşa Urdunê duşma borî ragihand ku li ser sînor 9 qaçaxçên madeyên hişbir û çekan girtiye. Her wiha diyar kir ku di şerê li hemberî koma qaçaxan rû da de hejmarek leşkerên parêzvanên sînor birîndar bûn.

(bb)