Li başûrê Lubnanê 2 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî başûrê Lubnanê de 2 kes hatin kuştin û 2 din jî birîndar bûn.

Li başûrê Lubnanê 2 kes hatin kuştin
25 tebax, 2024   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku droneke Îsraîlê li bajarokê El Xeyam û bajarokê El Tabrî yê başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kiriye. Wezaretê diyar kir ku di bombebaranê de de 2 kes hatine kuştin.

Wezaretê di daxuyaniya berê de gotibû di bombebaranê de yek jê sûriyeyî 2 kes birîndar bûne.

Ji sibê ve piştî ku Hizbullahê Lubnanê destpêkirina êrişa xwe ya li hember kuştina Fuad Şekir ragihand, şer li başûrê Lubnanê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de gûr bûye.

(şx)