Ji HBDH'ê çalakiyên li dijî dagirkeriyê

Milîsên HBDH'ê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Stenbolê çalakî lidar xistin.

Ji HBDH'ê çalakiyên li dijî dagirkeriyê
25 tebax, 2024   11:28
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Milîsên Atakan Mahîr ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li bajarê Stenbolê ya Tirkiyê di 4'ê Tebaxê de li navçeya Emînonu ya beşa depo ya ku weke qada şuştinê ya Otela Şehîr dihate bikaranîn kirin hedefa. Agir bi depoyê ket û bi temamî şewitî.

HBDH diyar kir ku milîsên wan di 23'ê Tebaxê li Stenbolê, depoya Otela Grand Star a li Siraselvîlerê hate şewitandin. Di encama çalakiyê de depo bi temamî şewitî û xisara madî ya cidî hate tespîtkirin.

Di encama herdu çalakiyan de tûrîstên li otelan û derdora wê otel terikandin.