Li başûrê Japonyayê erdhejek pêk hat

Navenda Jeolojiyê ya Amerîkayê der barê îhtîmala çêbûna Tsonamî û zirarê ku ji ber erdhejê çêbûye de tu agahî nedan.

Li başûrê Japonyayê erdhejek pêk hat
17 nîsan 2024   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê ragihand ku îro li başûrê rojavayê Japonyayê erdhejek bi hêza 6.4 pileyan rû da.

Ajansê diyar kir ku navenda erdhejê Bonjo Channel e, ew jî tengaveke di navbera her du giravên Japonyayê Kishoko û Shikoko de ye.

Navendê tu agahî der barê îhtîmala çêbûna Tsonamî û zirarê ku ji ber erdhejê çêbûye de tu agahî nedan.

Navenda erdhejê 18 kîlometre rojavayê Awajima li kûrahiya 25 kîlometreyan dikeve.

Di Kanûna borî de erdhejek bi hêza 7.5 pileyan li navenda Japonyayê rû da û di encamê de Tsonamî rû da.

(mh)