Pêdiviya welatiyan a avê hat pêşwazîkirin

Li kantona Firatê bi temamkirina stasyon û şebekeyên avê re, pêdiviya gelek gund û taxan hat pêşwazîkirin.

Pêdiviya welatiyan a avê hat pêşwazîkirin
Pêdiviya welatiyan a avê hat pêşwazîkirin
Pêdiviya welatiyan a avê hat pêşwazîkirin
Pêdiviya welatiyan a avê hat pêşwazîkirin
Pêdiviya welatiyan a avê hat pêşwazîkirin
Pêdiviya welatiyan a avê hat pêşwazîkirin
Pêdiviya welatiyan a avê hat pêşwazîkirin
Pêdiviya welatiyan a avê hat pêşwazîkirin
Pêdiviya welatiyan a avê hat pêşwazîkirin
18 nîsan 2024   06:17
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Li gund û navçeyên Kantona Firatê xebatên sererastkirina stasyon û şebekeyên avê yên di encama êrişên çeteyan û dewleta Tirk de xirab bibûn, bidawî dibin. Li cihên ku pirsgirêka avê heye jî, projeyên nû tên pêşxistin. 

Li gorî agahiyên ku Hevserokê Midûriyeta Avê ya Kantona Firatê Mesûd Bozî dane ANHA’yê, li herêma Şêxler a girêdayî Kobanê, stasyona avê ku pêdiviya 15 gundan pêşwazî dikir, di encama êrişan de hilweşiya bû. Lewma Midûriyeta Avê ya Kantona Firatê di sala 2023’yan de ji bo çareserkirina pirsgirêkê xebat dabûn destpêkirin û li gundê Cib El Ferece stasyonek nû çêkir.

Xebatên stasyonê yên sala 2023’yan hatibûn destpêkirin, bidawî bûne. Stasyon niha pêdiviya avê ya 15 gundan pêşwazî dike.

Li navçeya Sirînê ji bo 13 gundan şebekeya avê hat raçandin. Xebata di sala 2023’yan de hatibû destpêkirin, niha hatiye demamkirin û pêdiviya avê ya van gundan tê pêşwazîkirin.

Li Eyn Îsa şebekeya avê tê mezinkirin. Li gundê Miwêlha jî projeya xeta avê hatiye destpêkirin.

Li gundê Tilik yê girêdayî navçeya Şêranê di sala 2023’yan de xebatên pêşwazîkirina pêdiviya avê ya 6 gundan hatiye destpêkirin. Tê plankirin ku ev xebat di sala 2024’an de bê bidawîkirin.

Stasyona avê ya di sala 2023’yan de li devera Qereqozax li qeraxa Çemê Firatê dest bi çêkirina wê hatibû kirin jî, di 3 mehên destpêkê yên 2024’na de hatiye temamkirin. Wê ji vê stosyonê bo navçeya Sirînê av were şandin, her wiha pêdiviya gundên derdorê were pêşwazîkirin. 

Li navenda Kobanê jî, pirsgirêka avê ya taxên li kontara Girê Miştenûr hatiye çareserkirin û niha av digihîje hemû malan.