Li balyozxaneya Amerîka ya Lubnanê êriş pêk hat

Li dijî balyozxaneya Amerîka ya li Lubnanê êrişeke çekdarî pêk hat di encamê de  2 kes hatine kuştin.

Li balyozxaneya Amerîka ya Lubnanê êriş pêk hat
5 hezîran, 2024   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê ragihandin ku 3 çekdaran gule avêtine dora balyozxaneya Amerîka ya li herêma Oker a rojhilatê Beyrûtê û di encamê de heta nîv saetekê şer rû daye. 

Çavkaniyan destnîşan kir ku hêzên Lubnanê tevgerên xwe li herêmê zêde kirin û dest bi lêgerînê kir û di encamê de êrişek hate kuştin û yek din hate girtin.

Çavkaniyên din jî diyar kirin ku di êrişê de nobetdarekî balyozxaneyê birîndar bûye.

(şx)