Li bajarekî Bakurê Kurdistanê 5 kes hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de, 5 kesên li Hezexê hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.

Li bajarekî Bakurê Kurdistanê 5 kes hatin girtin
23 cotmeh, 2023   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de, di 19'ê Cotmehê de polîs û leşkeran li navenda Hezex a Şirnexê û gundê Delavaqesrê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes destgîr kirin. Ji nav wan 5 kes hatin girtin.

Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a HDP'ê Adnan Bel û Hekîm Kaş, Ahmet Boya, Emîn Soyal û Yasîn Acar piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Sêrtê sewqî Edliyeya Sêrtê hatin kirin.

Dozgeriyê piştî îfadeyê her pênc kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin. Dadgeriyê her 5 kes bi îdiaya "alîkariyê" û "propagandaya rêxistinê" girtin.