Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 2 hezar zarok hatin qetilkirin

Wezareya Tenduristiyê ya Xezayê da zanîn ku zêdetirî 2 hezar zarok di encama êrişên Îsraîlê de hatin qetilkirin.

Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 2 hezar zarok hatin qetilkirin
23 cotmeh, 2023   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê da zanîn ku ji 7′ê Cotmehê û vir ve, jê 2 hezar û 55 zarok, hezar û 119 jin,  bi giştî 5 hezar û 87 kes di encama êrişên Îsraîlê de hatine qetilkirin. Li gorî wezaretê di êrişên Îsraîlê de hezar û 273 kes jî birîndar bûne.

Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawîn de jî 182 jê zarok, bi giştî 436 kes hatin qetilkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê da zanîn ku  di êrişan de 57 xebatkarên tenduristiyê hatin qetilkirin û 100 xebatkarên din birîndar bûne.

Wezaretê diyar kir ku 12 nexweşxane û 32 navendên tenduristiyê ji ber êrişan û nebûna sotemeniyê ji xizmetê derketine.

(mh)