Zêdetirî 19 hezar kes ji Lubnanê koçber bû

Rêxistina penaberiyê ya NY'ê dan zanîn ku ji ber pevçûnên di navbera Hîzbullah û Îsraîlê de hemwextî şerê li Xezayê, zêdetirî 19 hezar kes koçber bûne.

Zêdetirî 19 hezar kes ji Lubnanê koçber bû
23 cotmeh, 2023   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinê di rapora xwe de bi bîr xist ku di encama giranbûna pevçûnan li ser sînorê Lubnan - Îsraîlê de 19 hezar û 646 kes ji başûr û deverên cuda yên Lubnanê koçber bûn.

AFP`yê ku agahiyên xwe dispêre berdevkê herêmî yê rêxistinê Mihemed Elî Ebû El Neca ragihand ku îhtimal heye rewşa li sînor giran bibe.  

Ji 2 hefteyan ve deverên li ser sînor ji aliyê Hîzbullah û Îsraîlê ve tên topbarankirin, her wiha çekdarên filistînî hewl didin bikevin Îsraîlê.

(mh/şx)