Li Amûdê têkildarî tundiya li dijî jinan semîner

Kongrea Star a bajarê Amûdê hemwextî nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê semînerek da. Di semînerê de dîroka tundiyê, sedem û bandorên wê li ser jinan û civakê û girîngiya têkbirina wê hatin şîrovekirin.

7 mijdar, 2024   16:21
AMÛDÊ

Kongra Star a bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê der barê tundiya li dijî jinan de semînerek da.

Semîner bi beşdariya endamên kongrayê, endamên Meclisa Şaredariya Gel, saziyên sivîl, endamên tevgerên jinan li navenda kongrayê hat dayîn.

Îman Mehmûd bal kişand ser berxwedana jinan li dijî tevahî hewldanên desteserkirina vîna wan û dûrxistina wan ji cewherê wan û got pergala baviksalariyê pirsgirêka di navbera mêr û jinê de kûr dike.

Îman perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê pergala baviksalarî, zihnihyet û saziyên girêdayî wê, dûrxistina jinan ji rastî û nasnameya wan de xwendin.

Di dawiyê de beşdaran nêrînên xwe li ser çawaniya sînordarkirina tundiya li dijî jinan, afirandina çareseriyên hişyarî ku tevahî şêweyên zayendperestiyê têk bibin, parve kirin.

(fr)

ANHA