Şehîd Mûsa El Hemdî hat oxirkirin

Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mûsa Mihemed El Hemadî bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li Hikumiyê hat oxirkirin.

Şehîd Mûsa El Hemdî hat oxirkirin
Şehîd Mûsa El Hemdî hat oxirkirin
Şehîd Mûsa El Hemdî hat oxirkirin
Şehîd Mûsa El Hemdî hat oxirkirin
Şehîd Mûsa El Hemdî hat oxirkirin
Şehîd Mûsa El Hemdî hat oxirkirin
Şehîd Mûsa El Hemdî hat oxirkirin
Şehîd Mûsa El Hemdî hat oxirkirin
Şehîd Mûsa El Hemdî hat oxirkirin
7 mijdar, 2024   16:07
REQA

Şervanê Hêzên Erka Xweprastinê Mûsa Mihemed El Hemadî yê 5ˈê Mijdarê di êrişeke dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Eyn Îsayê şehîd bibû, bi merasîmekê hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê oxirkirinê bûn ku li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê kantona Reqayê hate lidarxistin.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebid Amûde di merasîmê de axivî û got: "Em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin û sersaxî ji malbat û dayikên wan re dixwazin."

Ebid Amûde di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

Endamê rêveber ê Meclisa Leşkerî ya Kantona Reqayê Ferhad Hemûd kî sersaxî da malbata şehîd û wiha domand: "Şehîd Mûsa û hevalên xwe serfirazî û azadî anîn û rêbazên lehengiyê û rêya serketinê fêrî nifşan kirin. Ji bo ku ala azadiyê li ba bimîne canê xwe feda kirin."

Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan, Gaziyan û Dîlgirtiyan a Kantona Reqayê Îbrahîm El Hemûd axivî û got: "Ev der cihekî pîroz e, remaza paqijî û fedekariyê ye. Ev der goristana şehîdan e ku di rêya azadiya welat de canê xwe dane. Em şehîdan bi bîr tînin. Şehîd îradeya me ya pola ne. Em ê xeta wan bişopînin û nirxên ku ji bo wê şehîd bûne biparêzin."

Dûre wesîqeya şehadetê ya şehîd Mûsa hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseyê cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re şehîd" li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumiye spart axê.

(şx/bb)

ANHA