Leşkerên Tirk li Biradostê nahêle gundî biçin nav zeviyên xwe

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li herêma Biradostê rê nadin gundî biçin nav zeviyên xwe.

Leşkerên Tirk li Biradostê nahêle gundî biçin nav zeviyên xwe
7 nîsan, 2025   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyan, ji saet 06.00’an ve leşkerên artêşa Tirk a dagirker li herêma Biradostê rê nadin gundî biçin nava zeviyên xwe.

Heman çavkaniyan ragihand ku li herêma Biradostê, ji bo ku gundî biçin nava zeviyên xwe divê kartên xwe yên nîştimanî nîşanî leşkerên Tirk bidin.

Çavkaniyan da zanîn ku leşker astengiyeke mezin ji xelkê herêmê re derdixin.