Macron li Misirê ye

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tevî şandeyekê çû Misirê û ji aliyê serokkomar Ebdullah El Sîsî ve hat pêşwazîkirin.

Macron li Misirê ye
7 nîsan, 2025   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî li koşka serokkomariyê pêşwaziya serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron kir.

Berdevkê serokkomarê Misirê Mihemed El Şenawî diyar kir ku her du serokkomar dê civîneke dualî li dar bixin, piştre dê civîneke berfireh di navbera şandeyên her du welatan de were lidarxistin. El Şenawî anî ziman ku her du alî dê peymanan îmze bikin piştre dê civîneke çapemeniyê di navbera Macron û El Sîsî de pêk were.

Berdevk ragihand ku piştî civîna misirî-fransî wê bi beşdariya serokkomarê Fransa û Misirê û emîrê Urdunê Ebdullah El Sanî jî civînek were lidarxistin. Her wiha aşkera kir ku di civîna sêalî de rewşa Xeza û Şerîdaya Rojava jî di nav de wê geşedanên herêmî werin nîqaşkirin.

Koşka Elysee duh di daxuyaniyekê de ragihand ku serdana şandeya Fransa ya li Misirê dê 48 saetan dewam bike û diyar kir ku dê şerê li Xezayê bi kûrahî were nîqaşkirin. Di daxuyaniya Elyseeyê de hat gotin: "Misir û Urdun di çareserkirina kêşeyan de hevkarên bingehîn in."

Şandeya bi Macron re çûye Misirê ji wezîrê karên derve Jean-Noel Barrot, wezîrê hêzên çekdar Sebastien Lecornu, wezîrê aborî Eric Lombard, wezîra tenduristiyê Catherine Vautran, wezîrê lêkolînan Philippe Baptiste û wezîrê veguhastinê Philippe Tabaro pêk tê.

(bb)