Li Reqayê nasname li xwediyên wan hatin belavkirin

Rêveberiya Belgeyên Sivîl li kantona Reqayê nasnameyên ku di avahiya nifûsê ya bajarê Sebxayê de hatibûn dîtin, li xwediyên wan belav kirin.

Li Reqayê nasname li xwediyên wan hatin belavkirin
Li Reqayê nasname li xwediyên wan hatin belavkirin
Li Reqayê nasname li xwediyên wan hatin belavkirin
Li Reqayê nasname li xwediyên wan hatin belavkirin
7 nîsan, 2025   15:33
REQA

Piştî hilweşîn rejîma Baasê, Meclisa Bajarê Sebxeyê gelek nasnameyên şêniyên herêmê li avahiya nifûsê dîtin û radestî Rêveberiya Belgeyên Sivîl a Kantona Reqayê kirin.

Rêveberiya Belgeyên Sivîl li kantona Reqayê jî nasnameyên şêniyan li wan belav kirin.

Rêveberê Rêveberiya Belgeyên Sivîl a Kantona Reqayê Yasir El Îd diyar kir hemû nasname bi awayekî elektronîk hatine arşîvkirin û li gorî nav û hejmara nîştimanî li xwediyên wan têne belavkirin.

(k)