Leşkerên Tirk li Biradostê 3 ciwan revandin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Herêma Biradostê 3 birayê hev revandin û êşkece kirin. Piştî êşkenceyê radestî çekdarên PDK’ê kirin û heya niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Leşkerên Tirk li Biradostê 3 ciwan revandin
30 kanûn, 2023   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews’ê duh leşkerên dewleta Tirk a dagirker li Herêma Biradost 3 ciwanên birayê hev û li ber sewalên xwe şivan bûn, revandine.

Her 3 ciwan heya derengiya şev hatine êşkencekirin û piştre radestî çekdarên PDK’ê hatine kirin.

heya niha çarenûsa wan nayê zanîn û malbata her 3 ciwanan nizane rewşa zarokên wan çawane û li ku tên ragirtin.

Nehat zanîn leşkerên dewleta dagirker a Tirk ji bo çi her 3 ciwan revandin.