Meclisa Rêveber a Dêrazorê civîna salê li dar xist

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Kantona Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist, di civînê de astengiyên 2023′yan li pêşberî wan û xebatên pêk anîne hatin nîqaşkirin.

Meclisa Rêveber a Dêrazorê civîna salê li dar xist
Meclisa Rêveber a Dêrazorê civîna salê li dar xist
Meclisa Rêveber a Dêrazorê civîna salê li dar xist
Meclisa Rêveber a Dêrazorê civîna salê li dar xist
Meclisa Rêveber a Dêrazorê civîna salê li dar xist
Meclisa Rêveber a Dêrazorê civîna salê li dar xist
Meclisa Rêveber a Dêrazorê civîna salê li dar xist
30 kanûn, 2023   16:56
DÊRAZOR

Civîn li hola meclisê bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl, herêmê, nûnerên ji Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser hate lidarxistin.

Di civînê de hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed El Receb axivî û behsa pêşdeçûnên siyasî yên li herêmê kir.

Her wiha Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme El Merwan axivî û behsa rewşa siyasî ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. El Merwan anî ziman ku sedema rewşa niha li herêmê destwerdanên derve bûn ku hewl dan tevliheviyê li herêmê pêk bînin û fitneyê di nava pêkhateyan de derxin.

El Merwan behsa rewşa rêxistinî û xebatên îsal hatine pêkanîn kir; ji wan sererastkirina Nexweşxaneya Kîsra, leckirina jenetorekê bi eneriya 450, sererastkirina stasyonên dayîna oksojînê ber bi stasyonên Cezre El Bo Hemîd, anîna alavên tibî û alavên ji bo Nexweşxaneya El Keber, anîna dermanan û madeyên tibî, temamkirina xebatên ji bo nexweşxaneya giştî ya nû.

Dûre cîgirê Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Dêrazorê Ebdurezaq El Rehîm rapora salê ya meclisê ya 2023′yan xwend û tê de rewşa rêxistinî, tevahî xebatên komîteyên Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî hebûn.

Dûre sînevîzyonek li ser karên meclisê di aliyên aborî, tenduristî, zanistî û xizmetguzarî de kirin pêşkêş kir.

Piştre beşdaran aliyê rêxistinî, astengiyên li pêşberî komîteyên meclisê derketine nîqaş kirin.

Di dawiya civînê de meclisê anîn ziman ku ew e projeyên xizmetguzarî, tenduristî, aborî û sûdgirtina derfetên heyî, xebitîna di tevahî rewş û astengiyan de pêk bînin.

(fr)

ANHA