Bavê gerîlayê şehîd ji kelehên berxwedanê re peyam şand

Bavê şehîd Helmet Şahîn jı bo gerîlayên azadiyê peyamek parve kir û got: “Serê hemû hevrêyên şehîd Helmet sax be, çi dibe bila bibe, emê bi serkevin.”

Bavê gerîlayê şehîd ji kelehên berxwedanê re peyam şand
30 kanûn, 2023   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Bavê Gerîlayê Azadiyê Şehîd Helmet Şahîn (Kawa Takor) ku bi hevrêyên xwe Welat Serhet (Welat Sonmez) Huseyîn Azad (Elyasa Çîftçî) re di Operasyona Şoreşgerî ya 23’yê Kanûna 2023’yan de li Qada Berxwedana ya Girê Amêdiyê şehîd bûn, peyamek ji hevrê û gerîlayên di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin re şand.

Bavê şehîd Helmet Şahîn (Kawa Takor) Takor Zerdeşt, destpêkê sersaxî li malbatên gerîlayên bi Helmet Şahîn re şehîd bûne da.

Peyama Takor Zerdeşt ya ji bo malbatên gerîlayên şehîd wiha ye:

“Ez hemû gerîlayên azadiyê yên di çeperên berxwedanê de dijî dagirkeriyê ber xwe didin silav dikim.

Dembaş hevalên hêja, serê me, hemû hevalan û gelê me sax be.

Bê guman min şehîd Helmet di hembêza xwe de mezin kir, ez baş dizanim kur çiye. Hîn di zarokatiya xwe de xwedî heybet û rêzdarî bû. Dema temenê wî digihi 14-15 saliyê, min xwest her kes di malê rêz lê bigire. Min dizanî wê çarenûsa wî çibe. Ji bo vê ez baş dizanim min çi ji dest daye. Ez vê jî weke ji dest danê nabînim, ji ber ku xuliqandin çêkir.

Dubare serê hevrê, Tevgera PKK û Rêber Apo sax be. Çi dibe bila bibe, emê bi serkevin.”